efrin
efrin

roja azadî

roja azadî
Ev çi ciyane li van rojan
bi birînê kûr bi derdî giran
bê hest û bê çar û bê zan
zarok di bin kêran
li Şangalê qêrînê jinan
kanî kanî dengê mêran
ev nala çar salan
bi qirîjiya wan pêlan
heware heware ey zeman
dengê azadiya koban
balav dike li erd û ezman
YPG YPJ Pêşmerge
bi hêzin wan bi çekên wan
kurd namirin tu caran
ew xwînê Şehîdan
ji me re mûm û ciran
ey Serokê Ocalan
ronî dikî rêya gelan
em bi te re bi xwîn bi can
şoreşa roja va bi hemû rengan
dîroka çand û şehristan
em ê binivîsin li ser pelên dîrokan
em kurdin em êstirKên şevan
em agirin em kelacan
ey roja azadî roj hile
Li ser ala Kurdistan
bi dawî biKe êşa dilan
hêstirên dayîka nala zarokan
de rabin hevalno
de rabin gelê kurdan
ev şoreşa azadiya kurdistan
ew ê bibe ewaza cîhan
ew ê bibe helbest
ewê bibe stran
ew ê bibe stran

efrin
efrin

  بقلم الأنسة : فالنتينا رشيد

شاهد أيضاً

بيان مجلس ناحية تل رفعت بمقاطعة الشهباء اليوم.

بيان مجلس ناحية تل رفعت بمقاطعة الشهباء اليوم. مقاطعة الشهباء-ناحية تل رفعت. 31-1-2018 أصدر مجلس …

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *